Denge Ciwanen Bordeaux
Would you like to react to this message? Create an account in a few clicks or log in to continue.

Denge Ciwanen Bordeaux

Denge Ciwanen Bordeaux
 
AnasayfaKapýGaleriLatest imagesAramaKayýt OlGiriþ yap
RADYO GIRISI

Image Hosted by ImageShack.us

En son konular
» Diyar 5 album full
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimeSalý Haz. 24, 2008 10:06 am tarafýndan marksdede

» Mem U Zin .
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimeSalý Haz. 24, 2008 10:03 am tarafýndan marksdede

» Ashampoo Office 2008
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimePaz Haz. 08, 2008 12:44 am tarafýndan DJZORO

» Microsoft Office Enterprise (Türkçe)
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimePaz Haz. 08, 2008 12:37 am tarafýndan DJZORO

» Google Earth Pro 4.2.180
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimePaz Haz. 08, 2008 12:27 am tarafýndan DJZORO

» WÝNDOWS XP TÜRKÇE DÝL PAKETÝ
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimePaz Haz. 08, 2008 12:24 am tarafýndan DJZORO

» Virtual DJ Studio v5.0
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimePaz Haz. 08, 2008 12:20 am tarafýndan DJZORO

» System Mechanic 7.5.9.1 Professional
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimePaz Haz. 08, 2008 12:18 am tarafýndan DJZORO

» Blaze DVD Player Pro 6.52
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimePaz Haz. 08, 2008 12:15 am tarafýndan DJZORO

» ASHAMPOO BURNÝNG STUDÝO 7.21 + TÜRKÇE DÝL PAKETÝ
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimePaz Haz. 08, 2008 12:14 am tarafýndan DJZORO

» Windows Vista 64 Bit / Full / Türkçe
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimePaz Haz. 08, 2008 12:11 am tarafýndan DJZORO

» Norton Partition Magic 8.05 / Full
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimePaz Haz. 08, 2008 12:07 am tarafýndan DJZORO

» Symantec AntiVirus Corporate Edition 10.2.276
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimePaz Haz. 08, 2008 12:05 am tarafýndan DJZORO

» Nero 8 .3.2.1b Ultra Edition HD/ DVD-BLU RAY TURKISH
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimePaz Haz. 08, 2008 12:04 am tarafýndan DJZORO

» KITAPLARI .
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimeC.tesi Mayýs 31, 2008 5:10 pm tarafýndan Admin

» KON-KURD Kongresi Brüksel’de baþladý
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimeC.tesi Mayýs 31, 2008 4:15 pm tarafýndan Admin

» Savcilik you tube icin dunya genelinde erisim yasagi talep ediyorlar
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimeC.tesi Mayýs 31, 2008 4:14 pm tarafýndan Admin

» Avukatlari Ocalan la Gorustuler
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimeC.tesi Mayýs 31, 2008 3:10 pm tarafýndan Admin

» Dünyadan: Defense News: Türkiye füze savunma sistemleri satýn alacak
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimeC.tesi Mayýs 31, 2008 3:06 pm tarafýndan Admin

» Dünyadan: ETA meydan okudu!
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimeC.tesi Mayýs 31, 2008 3:02 pm tarafýndan Admin

SON DAKIKA

 

 Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin)

Aþaða gitmek 
YazarMesaj
Admin
Admin
Admin


Mesaj Sayýsý : 127
Kayýt tarihi : 30/05/08

Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Empty
MesajKonu: Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin)   Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) Icon_minitimeCuma Mayýs 30, 2008 5:39 pm

[b] Em çanda þoreþgertiyê temsîl dikin û dixwazin bikin malê gel.

Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) AwazenCiya%7E1
Peyva Destpêk:
Li
her dera dinê ku îrade û evîn bi hevre bibin heval, jiyan jî rengê xwe
yê rastîn derdixe ber ronahiyê. Li serê çiyayên Kurdistanê evîneke
mezin li pey gûherandina sîstemên desthilatdar li Rojhilata Navîn di
hemû waran da têdikoþin. Ji wan re þev û roj weke hevin. Di qadên
siyasî, civakî û hunerî dixwazin jiyanê ber bi baþiyê ve bibin.
Min
xwest bi vê hevpeyvîn re vê rastiyê ji we xwînedevanên hêja re bidim
selmandin. Komeke hunerî li serê çiyayên Kurdistanê, keç û xurt tev bi
hevre dixebitin û dengê awazên wan ji sinorên welatê me jî derketiye.


Em çanda þoreþgertiyê temsîl dikin û dixwazin bikin malê gel...

Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) AwazenCiya%7E2Koma we di çi salekê de hat damezirandin, armanc ji damezirandina komek wiha çi bû?
Zozan gabar: Cara yekem di sala 2000' de tam me destpêkir, wê demê dibistana çand û hunerê bi navê dibistana þehîd Sefqan
hat ava kirin. Di nav de beþên: þano, muzîk, govend û bi giþtî xebatên
çandî cîh digirtin. Hejmara endamên dibistanê wê demê 80 kes bû, bi
hejmarekî ewqas mezin dibistan hat ava kirin. Dinva wê dibistanê de
gelek kesên ku niha þehîd bûne jî hene, yek ji wan kesan þanogerê me yê
mezin heval Hêvî hebû, heval Yekta hebû, hevalê Rêzan, herwiha ji beþa
muzîkê heval Egîd hebû, hevala Delîla ku di wan demên dawî de þehîd bû
û hevalên din jî di xebatên çandî de cîh digirin ku niha li herêm din
yên xebatê ne. Pir hevalên ku wisa di nava wê xebatê de cîhê xwe girtin
hene. Xebata wê dibistanê ji wan salan hetanî roja îro jî berdewam e,
herwiha niha jî navê dibistana me dibistana þehîd Sefqane.

Çima Dibistaneke wiha hat avakirin?
Sedema
serekî ya ku pêwîst hat dîtin ew dibistan bê ava kirin, wek tê zanîn em
li serê wan çiyan têkoþînekê didin meþandin, jiyana vir pir cudaye û
gelek aliyên wê hene. Yanî em zêdetir dinava þer dane, lê me xwest ku
aliyê statîk ango xweþikbûna wê jiyanê jî bê dîtin. Xweþikbûna wê
jiyanê bi þêwazên din jî heye, ne tenê em bêjin aliyê leþkerî, aliyên
din yên wê jiyanê jî hene. Dibistan li ser bingeha nasandina wê jiyanê
bo xelkên derwe di þert û mercên dijwar de hat ava kirin. Bi demê re li
gor þert û mercan hejmara kesên di dibistanê da hat guhertin û niha jî
hejmara wê dibistanê weke wê demê nîne, hê kêmtir bûye. Cara berê me
binavê Koma Mizgîn dest bi xebata xwe kir û albumek binavê Dengê
Zerdeþt û çend kilîp jî derxistin. Lê koma Awazên Çiya piþtre di sala
2006'an de, di festîvala Mexmûrê, di salvegera þehadeta hevala Bêrîtan
de hat ava kirin.

Hûn di nava koma xwe de çend kesin, navên we çine?
Koma me bi giþtî ji 10 kesan pêk tê:
1.
Zozan Gabar, 2.Têkoþîn Spêrtî, 3.Baran Dilbihar, 4.Özlem Mahsum,
5.Zafer Yilmaz, 6.Þevger Dilxwaz, 7.Sercan, 8.Ava Reþ, 9.Ferzê,
10.Delîl ku niha li herêmek din xebata xwe dimeþîne.

Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) AwazenCiya%7E3Çima we navê koma Awazên Çiya li koma xwe kir?
Em
fikirîn ku çava dikarin tiþtên li vir dijîn an jî çêdibin nîþan bidin?
wek tê zanîn em li çiyane, navê me kesên ku li çiya jiyan dikin, em
gerîla ne û li çiyan dijîn. Ancax me temaþe kir bi navekî wiha watedar
dibe. Awazên Çiya dikare baþtirin bersiv be bo nasnavê jiyana me. Bi
gotinek din awazên ku li cîhê jiyana me dertên, tên xuliqandin û
derdikevin, ji bona wê jî me navekî wiha bi nêrîna hemû endamên komê li
xwe kir.

Bi
giþtî heyanî niha li ser navê ''dibistana þehîd Sefqan'' çi berhemên we
yên qeyid kirî weke CD û kaset hene û hatine belav kirin?
Zafer yilmaz:

Hetanî niha li jêr navê Koma Mizgîn kasêtek me binavê dengê Zerdeþt, bi
awayê deng û reng derketiye, lê zêde nehat belav kirin. Lê piþtre ku me
navê koma xwe guhert û kir Awazên Çiya albuma duyemîn bi navê Siya Jînê
ku ji 12 stranan pêk dihat jî derxist û niha li Ewrupa û bakurê
Kurdistanê hatiye belav kirin, lê hê negihîþtiye baþûrê Kurdistanê.
Herwiha me 5 stran bi navên '' BÊRÎTAN, OREMAR, KATU, PEPÛLE, EY SEROK'',
tenê bo radioya Dengê Mezopotamiyayê þandine. Ji xeynî stranên Bêrîtan
û Oremarê derfetek wiha çênebûye ku em kilîpa bo stranên din bikþînîn.
Lê di demên pêþ de ligor derfet û îmkanên xwe û ger pirsgirêkek
dernekeve emê kilîpên hemû stranan bikþînin.

Di van zor û zehmetiyan de û li wan çiyayan hûn bi çi evînekê karê hunerî dikin? Pirsgirêkên ku derdikevin pêþberî we çine?
Þevger dilxwaz:
Ji xwe qasî xuya dike tiþtê herî xweþ di nava zor û zehmetiyê de çê
dibin. Sedema bingehîn jî, ger em rewþa xwe berçav bigrin, berî her
tiþtî ku em þoreþgerin, di nav xwezaya Kurdistanê de, li ser çiyayên
Kurdistanê weke gerîla, zor û zehmetiyên me ku yên heyî ew hemû li
aliyekê. Þehadeta gelek hevalên hêja ku li ber çavên me çêdibin, li ser
navê wan, ji bo xatirê wan, ji bo nifþên pêþerojê, dane naskirin.
Bêguman hîn afirandkarî di nava me de dide çêkirin. zor û zehmetiyek
ewqas me nedîtiye ku li hember hevalên komê bibe asteng. Zor û
zehmetiyên me bêhtir pirsgirêkên teknîkîne ku kêm û zêde tên çareser
kirin. Koma me jî bi vî awayî tim karê xwe dide meþandin. Ez bawerim jî
ku di demên pêþberî me de berhemên xweþ û baþ çêbin, wê ne li cîhên
rihet, lê li cîhên zor û zehmet de yê bên çêkirin. Em endamên komê bi
vê yekê jî gelek kêfxweþ dibin ku di þert û mercên dijwar de tiþtên
xweþ biafirînîn.

Di
wan demên dawî de koma we bêhtir bi gotina strana “Oremarê” nav û dengê
xwe belav kir, çima? tekst û muzîka wê stranê ya kêye, herwiha sedema
çêkirina wê stranê çibû?
Baran dilbihar:

Tekst û muzîk wê stranê ya min bi xweye, lê bi nêrîn û nîqaþên hemû
endamên komê hat çêkirin. Tiþtê ku pêwîste gelê me bizanibe ewe ku di
nava me de komînal bûn(?) heye. Ji bo ku berhemên çêdibin serkeftî bin
karekî ku em dikin hevpare û nîqaþên zêde li ser tên kirin.Ew rêbazeke
nûye û dibe ku di paþerojê de bandora xwe li komên din jî bike ku ew jî
rêbazeke wiha bidin þupandin.
Derheqa strana Oremarê û belavbûna
nav û dengê wê pir aliyên xwe hene ku bên nirxandin. Yanî mirov nikare
tenê di aliyekê de bibîne. Her weku hûn jî dizanin di encama çalakiyeke
gerîla de ew berhem jî derketiye holê. Yanî berê sedem çalakî bû, li
ser wî esasî jî ew berhem hat afirandin. Pêwîst dihat dîtin, buyerên ku
dinava jiyana gerîla de derbaz dibin, bi taybet jî milê egîdî û gernasî
dinav de bibin berhem. Fîdakariyên wiha bigehin nava gel. Di serî de
çalakî bû wê çalakiyê bandorek xwe ya mezin li çapemeniya dinyayê jî
kir. Ew aliyek bû ku berhem ewqas nav û dengê xwe belav bike. Aliyê din
jî ew pêvajo bû ku me têde jiyan dikir, bi awayekî pir bihêz ew temam
kir ku ew berhem hîn bêhtir karîbû rola xwe bilîze û bi eþiq û evîn
bikeve nav dilê guhdarvanên xwe de. Elbet milê din aliyê hunerî û
wêjeyî yê stranê bû. Dema berhem hatiye çêkirin bi awayekî gelêrî, ku
bikaribe ruhê gel xitab bike him aliyê mêlodiya xwe de him jî aliyê
wêjeya xwede. Ji bo wê jî ew tesbîta ku hatibû kirin îro ji mere baþ
dide xuya kirin ku tesbîteke rast bû. Yanî rast gihiþt gel û rast ew
xitab kirin, ji bona wê jî ewqas zû belav bû û bi awayekî berfireh jî
hat pêþwazî kirin. Tiþtê din ku gelek balkêþe ewe ku ew stran ne tenê
dinava miletê Kurd de belkî ji aliyê xelkê biyanî jî baþ hat pêþwazî
kirin. Wek ku xeber gihiþt me tê gotin ku di nava malperên înternetê
de, yêk ji cîhên ku stran herî bêtir lê tê guhdar kirin Amerîka Latîn û
Afrîqaye. Wek tê zanîn li wan deran jî di demên berê de gerîlatî hatiye
kirin, beriya niha me guhdarî berhemên wan dikirin Lê niha bi rastî jî
þoreþa me gihiþtiye asteke wiha ku berhemên xwe yên hunerî, jiyana
gerîlayên xwe yên Rojhilata Navîn bi derve bide guhdarî kirin û hez
kirin. Herwiha sedemeka din ya zêde pêþwazîkirina wê stranê kiþandina
dîmenên mustened ango rastîn bû. Hunera ku dinava sîstemê de hatiye
afirandin wiha nîne, lê kilîpên bi vî rengî pir rihet, rast û cewherdar
û wek xwe hatine çêkirin û rihek taybet têde heye. Ji ber wan sedeman
ez bawerim strana Oremar ewqas dinava gel de hatiye hez kirin û ewqas
cîhê xwe girtiye.

Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) AwazenCiya%7E4Kiþandina kilîpa Oremarê di þert û mercên çawa de derbaz bû?
Þevger dilxwaz:
Wek tê zanîn þert û mercên ku gerîla têde dijîn zor û zehmetiyên wê jî
hene, em gropek bûn du hevalên din jî bi mere hebûn. Ji bo zivistanê me
darên hiþik kom dikirin. Wê demê nîþan dida ku wê êriþên dijmin li ser
me çê bibin, ji bo wê me amadekariya xwe dikir. Di wan rojan de
çalakiya Oremar çêbibû û di encamê de du hevalên me (Þiyar û Zinar) jî
þehîd ketibûn. Demek zêde em bi wan hevalan re mabûn, þevê me guhdarî
nûçeyan dikir, ku þehadeta herdu hevalan hat rageyandin. Birastî
bandorek pir mezin li me kir û hetanî sibehe xew bi çavên me neket. Di
wir de me qirar da em stranek li ser qehremantî û çalakiya wan hevalan
çêbikin. Sibehê me dest bi karê xwe kir lê me nehiþt hevalê Baran kar
bike û wî dest bi nivîsandina helbestê kir. Her parçeyek ku dinivîsand
ji mere digot. Bi vî awayî di navbera sê-çar rojan de teksta stranê hat
nivîsandin. Piþtre em vegeriyan cîhê xwe û me dest bi qeydkirina stranê
kir, hîna em di destpêka karê qeydê de bûn ku teyare hatin û dest bi
bombaranê kirin. Demek wiha derbaz bû teyare çûn û me piþtre stran
qeyid kir. Di kêlîyên dawî yên karê qeydê de jî car din teyare hatin û
dîsan dest bi bombareneke girantir kirin. Demekê wiha derbaz bû û me jî
ew yek diþopand. Di wan þert û mercên giran de îdeyek, hêrsek, hêzek bo
insan çêdibe, bîr û baweriyek mezin bo însan çêdibe. Ew dijmin çi dibê
bila bibê çi zor û zehmetiyên ku hene bila hebin ew berhemê ku pêwîste
çêbe wê çêbe. Ji bo ku ji wan êriþan re bibe bersiv roja piþtre em
derketin û dinava 2 saetan de me kilîp kiþand. Bawerim kêm û kurtasiyên
wê jî hene lê çimkî di þert û mercên giran û rast de hat kiþandin; cîhê
xwe dinava dilê gel de girt.

Dema
mirov bala xwe dide stranên koma we, zêdetir stranên þoreþgertiyê tên
gotin, gelo hûn naxwazin di berhemên xwe de cîh bidin stranên klasîk an
jî gelêrî?
Têkoþîn spêrtî:
Ji xwe beriya
hunermenditiyê em þoreþgerin, em gerîla ne, ji bona dozekê em
derketine. ji bona wê jî pêwîste hunera me li ser þoreþgertiyê bê
meþandin, em çanda þoreþgertiyê temsîl dikin û dixwazin bikin malê gel
jî. lê di nava stranên me de stranên klasîk jî hene. Em pir beþan
digrin destê xwe, dinirxînin û dibêjin. lê bi giþtî hunera me jî ji wê
hunera kilasîk bingeha xwe digire. Li ser wê yekê hûrbûnek cuda heye,
dane meþandin jî heye. Lê þert û merc, herwiha derfetên me nahêlin ew
yêk zêdetir derkevin pêþ. Li gor mercên ku derdikevin hîn berhem amade
dibin. Herwiha em di stranên xwe de cîhek taybet didin gotinên kilasîk
jî. Ger strana Oremarê bala we kiþandibe tê dîtin ku peyvên kevin weke
(þûr û mertal) têde cîh digirin. Li ser gotina kilamên kilasîk ji xwe
hunera me bi giþtî li ser wê bimgehê hatiye avakirin. Em niha bi
awayekê din wan stranên xwe yên kilasîk nûjen dikin. Em çanda
þoreþgertiyê temsîl dikin û dixwazin bikin malê gel jî. Ji bona wê jî
em her duyan pêþkêþî gel dikin, lê di serî de hunera þoreþgertiyê ji
mere pêngava yekêye. Di demên pêþ de emê cîhek taybet bidin stranên
kilasîk û gelêrî jî.

Çi piroje an berhemên nû ji bo paþerojê li ber destê we hene?
Özlem mahsum:
Wek tê zanîz hetanî niha tenê kilîpa stranên Oremar û Bêrîtanê pêþkêþî
guhdar û bîneran hatine kirin. Pir berhem li ber destê me hene, ku hîn
ji wan hatine qeyid kirin jî lê carê kilîp jêre nehatine kiþandin. Hîn
berhemên din jî hene em dixwazin weke surpirîzekê pêþkêþî gel bikin. Ji
xeynî wê jî her hevlê/a di wê komê de çend besteyên xwe hene ku tev di
dorê dene û di demên pêþ de wê bên qeyid kirin û kilîp jî jêre bên
kiþandin.

Bi giþtî teksta stranên komê kî dide we, kesek ji dervey komê jî alîkariya we dike?
Ji
xwe ew besteyên tên hazir kirin em têde jiyan dikin û tînin ser ziman.
Ji bona wê jî kesek alîkariya me nake. Dinava komê de dema hevalek
besteyekê çêdike, nêrînên hemû hevalan li ser çê dibin.

Hûn qebûl dikin kesek ji derve alîkariya we bike?
Belê
em qebûl dikin, lê niha ji ber ku zêde têkiliyên me bi wan re çênabin,
em bi xwe stranan diafirînin. Xweþikbûna hunerê jî di wê deye ku tu bi
xwe berhemekê biafirînî.
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin) AwazenCiya%7E5
Bi dîtina we ferqa dinavbera hunera li çiya û hunera ku li bajaran tê afirandin çiye?
Têkoþîn spêrtî:
Pirsek gelek xweþe. ji xwe çanda çiya hindek cudatire. eger em vegerin
dîroka Kurdan bi xwe jî, dibînîn ku Kurdan berê li çiyayan xwe
parastine û jiyan kirine. Herwiha bi wî rengî çanda xwe jî parastine.
Ji bona wê jî hestên çiya, zimanê çiya, xweþikbûna çiya û jiyan kirin
li çiyan bi serê xwe dibe hunerek. ew hunera ku tê afirandin jî dibe
zimanê çiya, ku gelek taybete. dema ba li pelên daran dixe zimanekî
derdixîne, lawirek zimanekê derdixîne, dengê avê zimanekê derdixîne,
rawistan li ser zinarekî bilind zimanekê derdixîne. Ew hemû dibine yek
û zimanê gerîla derdikeve holê. Ji bona wê hest û hunera ku li çiya tê
çêkirin bêguman xwedî naverokek gelek dewlemendtir û ji ya bajaran
gelek bihêztire jî. Ji ber ku ev huner bi jiyan kirinê re tê afirandin.
tiþtê ku mirov jiyan neke û berhemên wê çêbike di hestê xwe de zêde kûr
nîne. Ji bona wê jî ez bawerim weke Awazên Çiyan, çi berhemên ku em
derbixin ji ber ku em li çiyan dijîn û em bi xwe jî diafirînin û îfade
dikin û herwiha wan bi gel re dikin yek, gelek cudatir ji yên bajaran
çêdibin. Zuhatiyek di berhemên bajaran de tê dîtin. Pir caran bala me
kiþandiye dema hunermendên ji derve tên çiya û piþtre vedigerin û
berhemên piþtî vegerê çêdikin, hêstên wê gelek ji yên ku berê çêkirine,
cuda û serkeftîtirin

Yanî hûn dibêjin çiya îlhamekê dide mirova?
Ji
îlhamê zêdetir, tu bixwe têde jiyan dikî. Mesela dema hunermendek ji
bajaran behsa darekê dike, lê dar bixwe nedîtiye û pêre jiyan nekiriye.
Lê li çiyan tu pêre dijî. Rengên wê dizanî. Dema tu lê mêze dikî, di
hundurê wê de çend rengan dibînî. Tu li ser wan çend rengan hunera xwe
ava dikî. Cudatiya di navbera çanda bajar û ya çiyan hemû têde jiyane
ku ya çiyan zehmettire jî. Yanî tu him huner, him çand, him gerîlatî
him þoreþê tevan bi hev re dimeþînî.

Gelek sipas bo wê derfeta we daye min, ger gotinek we ya dawiyê hebe kerem kin?
Em jî gelek sipasiya we dikin bo hevpeyvîna we û di xebatên we de serkeftinê dixwazin.

Hevpeyvîn: Dêrsim Oremar ( em spasîyên xwe ji bo hevalê Dêrsim Oremar pêþkêþ dikin ji bo amedekirina wîya ve hevpeyvîne)



Koma Awazên Çiya
Sayfa baþýna dön Aþaða gitmek
https://dengebordeaux.forum.st
 
Koma Awazên Çiya (Hevpeyvin)
Sayfa baþýna dön 
1 sayfadaki 1 sayfasý
 Similar topics
-

Bu forumun müsaadesi var:Bu forumdaki mesajlara cevap veremezsiniz
Denge Ciwanen Bordeaux :: KURDISTAN DEVRIMI :: Gerilla Anilari-
Buraya geçin: