Serok APO
Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê li rastiniya şer û vegera jiyana mezin a bi rêbaza şoreşgerî bandor kiriye; bi taybetî li herêmê û qada navneteweyî jî bandoreke mayînde kir. Heta niha pirsgirêka kurd wek pirsgirêkê jî nedihat dîtin. Êdî pirsgirêka kurd wek pirsgirêka sedsalê û şoreşa herî mezin a dawî tê dîtin. Li gorî vê her dewlet polîtîkayên xwe li ber çavan derbas dikin û di hemû saziyan de jî wek pirsgirêkeke rojane tê nirxandin.
Em li ser serkeftin û pêkhatiyan nasekinin. Em hin tiştên ku di kesayetiya we de hene û ji bo me xetereyên mezin derdixin holê bisekinin. Ku ev kesayetên muhafazakar, bêberpirsyar, durû neyên başkirin dibe ku bixwe re têkveçûnê jî bîne. Hin kesayet hene ku hê jî bi wêrekî dikarin xwe wek berpirsyarê neyînî û nebûnan bidin şixulandin. Divê em bi giranî li ser wan bisekinin.
Şoreşgerî, huner e. Di serî de hunera bilind girtina rêjeya bawermandiyê, hêza xwe li ser piya girtinê û xwe birêvebirinê ye. Demildest bibêjim, hemû kiryar û ramanên ji rê derketî êşa xwe ji taybetiyên çînên civakê digirin. Ev hişyariyeke ez li we dikim: Eger kesayet xwe ji ev nexweşiyan rizgar neke heta îxanetê diçe. Gava bi baldarî bê dahurandin wê bê dîtin ku bi nexweşiyên çînên civakê mirov nagihîje cihekî.
Te xwe çiqas bi têgihîştina partiyê bi rêk û pêk kir? Bi rastî tu çiqasî wekî kesekî li nava partiyê dijî û te çiqasî kesayetiya leşkerî di xwe de afirandiye? Tu dikarî wekî abc’ya leşkerî tevbigere? Bi rastî jî hûn dixwazin 15’ê Tebaxê fêm bikin? Hûn dixwazin wate bidin şehîdên şer, rêvebirina wî ya mezin û berxwedana wî ya ji bo hewldanê? Heke wisa be werin ev rêbaza serokatiyê ku ji hemû xebatên polîtîk re bingehiyê dike ne tenê di gotinê de di aliyê guhertina van kesayetiyên xwe yên ezperest de jî bikin hîma xebatê. Ev kesayetiya we ya ku ji hemû kêmasî û nexweşiyên siyasî re malevaniyê dikin ji kerema xwe re bi rêbaza zanistî daynin ber darbên kêra. Dibe ku gunehên we yên pir giran hebin, lê ku hûn têbigihîjin û li xwe mikur hatin riya herî rast e. Li xwe mikur hatin we nede efûkirin jî car din riya rast ew e. Bêrêveberî li ku ye, min çiqas xwe bi feraseteke bêwate xistiye pêşiya xebatên bingehîn, çiqas peywirên xwe yên demê bi ramanên ezeziyê di nava xwe de fetisandiye û di nerindiyên xwe yên hwd. de divê mirov gunehan ne dûrî xwe divê di hundirê xwe de bigere û bibîne. Riya rast ev e.
Li vir filan kes nayê rexnekirin, bêvan kes nayê tawanbarkirin. Kes nabêje hindik li ber xwe daye, wêrekî nîşan nedane, an jî kêm fedekarî kirine. Na! Li vir ev nayên nirxandin. Berevajî, we pir li ber xwe da, fedekarî jî kir. Lê we bi rêbazên herî xelet ev karên stratejîk dikir. Niha tiştê ku tê nirxanadin ev e. Sedem çi bûn ku peywirên bingehîn bi rê û rêbazên ne di cih de dihat meşandin? Divê bi wêrekî her kes bersiva van sedeman bide daxuyandin. Eger di we de daxwaza pêşengiya 15’ê Tebaxê heye divê bersiva we ya ji bo vê pirsê jî zêdetir watedar be.
Em hema destnîşan bikin ku di destpêkê de me jî digot, ka mirovek dê wê çawa çêbe? Mirovek dê karibe li dijî cîhanê serê xwe rake? Wisa dixuya ku mirovek li dijî cîhanê çawa têdikoşe. Baş tê dîtin ku hinceta we ya herî mezin ya tunebûn û bêderfetiyê, ez bi tena serê xwe jî diafirînim. Ji ber vê rojê tim û tim me rêveberiya xwe di binê pirsyariyeke bilind de pêk aniye. Wekî serokekî me dît ku hesabên tên kirin ne rast in, hesabên lêpirsînê jî me ji dest berneda, bi tedbîr ev jî pêk hat. Yanî ev tevger di nav xwe de ji pir aliyan ve tevgereke lêpirsîn û xwe darizandinê ye jî. Destûr nade ku hesabên biçûk di nav rêxistinê de bi ser kevin. Hêz û ramanên rêxistina 15’ê Tebaxê hevpar û kolektîfe. Bi hesabên biçûk, bi nêzîkahiyên ne di cih de ev hêz û ramanên kolektîf bi rê û rêbazên zanyarî û lêpirsîner xwe roj bi roj parast û pêşve bir. Wekê din jî rêxistinê hêviya xwe ya serkeftinê qels nekir. Bihêle qelsbûna hêvî û baweriya pîroz, wana bê rawestan da berdewamkirin.
Di encamê de, di nava mirov de daxwazeke kûr a ji ber xwe ve nîn be, kes naxwaze xwe beşdarî karê rêxistinê bike. Ên ku bi fermanameyan tevlî rêxistinê bûne bi kêfa xwe ne, heke bixwazin çawa hatine bila wisa jî biçin. Lê ku hûn xwe ji kûr ve wekî kesekî ji vê rêxistinê dibînin êdî tu hincetên ji bo beşdariya we ya rast namîne. Her endamê rêxistinê ji bilindkirina nirxên bîrdozî, xurtkirina artêşeke hevgirtî bigire heta rêvebirineke rast divê wek peywirekê dayne pêşiya xwe.
Li herêmên şer ên germ de jî bi salan e ew kar û mijarên ji nedîtîve hatin dîtin, di paş guhê xwe re diavêjin, Çalakiyên leşkerî ku bêplan û bêbername hatine darxistin, derveyî ramanên leşkerî avakirina baregehan, di hemû karên ku berevajî hatine kirin de divê peywir bên girtin û di riya rast a serokatiyê de çi pêwîst dike wê bike û bi beşdariya xwe ya rast di wijdana xwe de gunehên xwe yê heyî bi xwe bixe bidin efûkirin.
Di her rewşê de ji bo bersiva rojekê wek îro, divê karekî taybet ku li gorî ruhê rojê pêk bê bikeve jiyanê. Ev jî vegera ji xeletiyan e. Ev xeletiyên ku rasterast ji mirov diqewimin ji her tiştî pirtir bi mirov û bi rêxistinê didin windakirin. Vegera ji wan û li gorî rojê xwe nûkirin bersivdayineke watedar e. Şehîdên şer û ruhê 15’ê Tebaxe ji me ev dixwaze. Divê bersiva me li ser vê hîmê be.