Admin Admin
Mesaj Sayýsý : 127 Kayýt tarihi : 30/05/08
| Konu: ARTÊÞA JÝNÊ, XEMÝLANDÝNA XEYALÊN MÝN ÝN Cuma Mayýs 30, 2008 5:00 pm | |
| Serok APO
Artêþbûna jinê; li hember dîroka arteþa ku pêþketiye, xwedî taybetmendiyêk hêza rexne û vebijark e. Di dîrok û roja me de artêþ, wekî xebat û mijûlbûna zilam tê pejirandin. Xebatên artêþê, di bin sîha zilam de tê meþandin. Heger tu leþkertiyê bidî destê zilam, ev tê wateya afirandina çîna desthilatdar. Nêzîkatiyên jinê yên ji bo vê qadê, hem di milê rêwiþt, hem jî li gor zagonan û hwd. De hatiye qedexekirin. Pir balkeþ e ku, em ji bo vê zogonê biþkînin dixebitin. Artêþên bi karakterê zilam hatiye avakirin, hakimiyet û dijwariyê di astêkî jor de dijî. Yê ku xwedî artêþe, ew diperçiqîne. Tu tiþtekî wek peyva artêþa wekhev nîne. Cihên ku newekhevî lê dijî, artêþ di wir de derdikeve holê. Yek artêþa serdest e, yek jî artêþa bindest e. Di cihekî de artêþa tenê ji zilam heye û ev yek tê wateya ku di wir de jin tuneye. Bêguman jiyan vê rewþê piþtrast dike. Wê demê bi tespîtekî giþtî, divê mirov bibîne ku artêþa jinê ji bo wekheviyê dibe nirxekî bingehîn. Di vê wateyê de artêþbûna jinê, jixirakirinê zêdetir xwedî taybetmendiya afirandinê ye. Ji bo ku di çavkaniya afirandina wê de, wekhevî, aþtî û adalet heye, xwedî taybetmendiyêk azadîxwaz e.
Artêþbûna jinê; jina ku mijokdariya zayend derbas dike, girêdana xwe ya bi zilam re qut kiriye, þêweya jiyana kevneþopî na, þêweya jiyana azadî bingeh digire, tinê zimên. Pêwîst e jin ji bin bandora zilam derbikeve. Ev hilperîna yekemîn e. Divê piþtî demekê, hûn pêngavên bi hêrs, mîsoger û bi serkeftî biavêjin. Heger we ev pêkanî, ji bo ku hûn bi hêz in, tê vê wateyê ku hûn azad in. Wê demê hûnê wekî mirov bêne bi nav kirin. Wê demê pêwîstiya nirxwandin û pênasan wê pêk bê. Artêþbûna jinê, amraza nîqaþê ye. Amraza derxistina pîvanên xweþikbûn û pîvanên nêzikatiyê ye. Beramber nêzîkatiyên zilam, amraza amadekirina hêza jinê ye. Amraza bi bernamekirina cîhana we ya azad û kiryarîkirina we ye. Cewherê artêþa jinê, civakî ye, heta çandî ye. Artêþ, di qada ramyarî û leþkerî de di vê çerçoveyê de rola xwe pêkbînê dikare þewqa xwe belav bike. Artêþa jinê bi nêzîkatiyên teng û tenê di milê leþkerî de pêwîst e neye dest girtin. Di artêþa jinê de xalên ku bêne fêmkirin; tevlîbûna wê ya ramyarî, birdozî, civakî, çandî û rêxistinekî azadiyê ye.
Artêþbûna we, xemilandina xeyalên min in. Jinên ku em pir hezdikin, di çiya de û piranî jî wek Zîlan gîhîþtin asta þehadetê. Ev keç û jinên azadiyê ne. Lê bi rastî jî jinên egîd in. Û emê bi jinên azadixwaz re bijîn. Emê bi tu kesêkî din re nejîn. Em zilamên van jinan in.
Bi xiroþteya artêþbûna jinê û ji nû de afrandina wê ve, hûn hem dikarin xwe bextewar bihasibînin û hem jî dikarin bi îdîa bikin. Hûn xwedî meþêkî dirûst û bi biryar in. Bi kasî ku hûn berbi kûrbûna jiyanê ve dimeþin ewqasî bi dilêrî berbi tiþtên nirxdar ve jî bimeþin. Hûn hêza jiyanê ya bi îdîa ne. Ez carek dîtir kirp dikim ku; dema arteþa azadiyê pêþdikeve, parçeyekî wê yê herî girîng jî ji her milî ve, bi fermandar û yapiya xwe ve hem di binkegirtin û tevgerê de, heta dawî di mijarên jiyan û þer de bi însiyatîf tevbigere. Pêwîst e di merhaleya biryarê de bi kabîliyeta pêkanînê ve bersiv bidin. Tevgera jinê tevgera aþtiyê ye. Tevgera jinê, tevgera þer ji bê watebûnê derxistinê ye. Tevgera jinê di heman demê de jî li hemberî van tevayî tevgera bangawaziya þer e. Min tevgera jin, ne tenê ji bo çareseriya pirsgirikên rêxistinî û jiyanî, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirikên þer jî afrand. Gelê ku xwe rêxistin neke, gelekî kole ye. Zayendê kî ku xwe rêxistin neke û nemeþîne jî kole ye. Bihizirin ku; meqanîzmaya we ya parastinê heye. Zilamek, beramberî jinê dixwaze bê mafbûnê bike. Wê demê ew rêxistin bi tevayî dijberê vê nêzikatiyê helwest diyar dike. Gelo wê demê zilam dikarê çi bike? Çunkî her roj bi hazaran nêzikatiyên þaþ dijberê jinê têne raberkirin. Yek û yek xwe biavêjin zîhniyeta zilaman, hûn nikarin çareseriyê bibînin. bi sipandina artêþ û rêxistina xwe ve hûn dikarin helwest û çareseriya serekî ya rast bibînin.
Têgihên fermandarên jin nînbe, ev dide xûyakirin ku þerê azadî û wekheviyê di bingehê desthilatdariya zilam ve tê meþandin. Û dide nîþandan ku jin negîhîþtiye azadiyê. Zayendê ku xwe bi rêve nebe, zayendekî kole ye. Çinayetiya ku xwe bi rêve nebe, ew çînayetiyekî kole ye. Netewên ku xwe bi rêve nebin, ew netew bi xwe jî kole ye. Yanê ewqas jin wê tekoþîn bide, lê yên ku rêvebirtî dikin wê cûda bin! Ev pir balkeþ û berbiçav e ku di vir de bêhevsengî heye. Dide xûyakirin ku di wekhevî û azadiyê de lewazî heye.
Me ji bo vê yekê destnîþan kir ku divê jin bi artêþbûna xwe ve xwe bi rê ve bibe hem jî bi zilam re bi rengê yekîneyên wek hev û azad de xwe bi rêxistin bike. Ji bo fermandarên jin jî derbikevin rêye heri yekem ev e. Ji ber vê sedemê nirx dayîna artêþbûnê ji bo hêza we ya bingehîn derkevê holê amrazêk e. Hûnê hêza xwe ya bingehîn fêm bikin.
Derketina keçêkî ciwan ji bo serê çiya, nîþandana xwestek û ramana azadiyê ye. Li wê derê dijwariya azadî û serxwebûnê vegotin dike. Em tu kesî dibin navê azadiyê de ji bo ajoyên xwe yên desthilatdariyê re çareseriyê bibinin, dernaxînin serê çiya. Li ser navê azadiyê hebûna keçêkî ciwan li serê çiya, li hember mirovê ku beranberê, tabû, pêþdarazî, girtîbûn û ajoyan xwe binketiye, îdîaya þerêkî mezin û derketinekî bingehîne. | |
|